NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ PIRSGIRÊKA SEFERÊN BALAFIRAN LI BENDA ÇARESERÎYÊ YE!

Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê, derbarê pirsgirêka seferên balafiran yên li Amedê de daxuyanî da.

LI AMEDÊ PIRSGIRÊKA SEFERÊN BALAFIRAN LI BENDA ÇARESERÎYÊ YE!

Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê, derbarê pirsgirêka seferên balafiran yên li Amedê de daxuyanî da.

Platforma ku bal kişand ser kêmasîya seferên li bajêr, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got, "Em pirsgirêka kêmasîya seferên balafiran û taloqkirina seferan ji nêz ve dişopînin.

Em ji raya giştî re radighînin ku li bajarê me yê navenda çand, tûrîzm, tenduristî û bazirganîyê ya herî girîng a herêmê ye û nifûsa wê ji 2 mîlyonî zêde ye, kêmasîya seferên balafiran dijî û ev pirsgirêk nehatîye çareser kirin.

Platformê ji bo çareserîya pirsgirêkan bang li rayedaran kir û got, "Em bang li kes û sazîyên eleqedar dikin ku ji bo pirsgirêkên derengmayînê yên di seferan de pêk tên, bi zêdekirina seferan re bêyî ku di vê warê mexdûrîyetên giran biqewimin pêwîste were çareser kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.