NÛÇEYÊN KURDÎ

UNICEF: HEKE ALÎKARÎ NEYÊ GAZE’YÊ WÊ ZAROK BIMIRIN

UNICEF derbarê birçîbûn û nexweşîyên li Gazeyê de hişyarî da cîhanê.

UNICEF: HEKE ALÎKARÎ NEYÊ GAZE’YÊ WÊ ZAROK BIMIRIN

 

Li gorê rapora UNICEF’ê, nexweşîyên amelê 23 qat zêde bûne û ji sedî 90’ê zarokên ji 5 salî biçûktir bi nexweşîya wek şewbayê ketine.

Hat ragihandin ku eger zarok neyên dermankirin bi xetereya mirinê re rû bi rû ne. Di rapora UNICEF'ê de ku hat dîyarkirin bi hefteyan e tu alîkarî ji bakurê Gazeyê re nayê kirin, hat destnîşankirin ku di lêkolînên ku li stargeh û sazîyên tenduristîyê hatin kirin de ji her 6 zarokên ji 2 salî biçûktir 1 bi kêmxwarinê re têdikoşin.

Di raporê de hat dîyarkirin ku ev yek ji sedî 15,6ê zarokên li bakurê Gazeyê ye û ji sedî 3yê vê rêjeyê di asteke ku ji ber qelsbûnek zêde di xetereya jîyanê de ne.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.