NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ PIŞTÊ NEWROZA GIRSEYÎ 350 KES HATIN BINÇAV KIRIN

Li Amedê di pîrozbahîyên Newrozê de zêdeyê 350 kes hatin binçavkirin.

LI AMEDÊ PIŞTÊ NEWROZA GIRSEYÎ 350 KES HATIN BINÇAV KIRIN

Li Amedê di pîrozbahîyên Newrozê de zêdeyê 350 kes hatin binçavkirin.

Baroya Amedê derbarê alozîyên ku di pîrozbahîya Newrozê de derketine daxuyanîyeke nivîskî weşand û tê de ragihand ku gelekê ji wan girtîyan, ji ber cil û bergên xwe yên neteweyî hatine binçavkirin ku ev jî li dijî yasa û azadî û mafên demokratîk e. Herwiha teqez kir ku gelek welatîyên ku dixwestin bi cil û bergên xwe yên netewî beşdarê ahenga Newrozê bibin, ji alîyê polêsan ve rastê astengîyan hatin û rê nedan ku ew derbasê qada Newrozê bibin. Baroya Amedê da zanîn ku ew proseya binçavkirina welatîyan dişopînin û ragihand ku di pîrozbahîya Newrozê de 350 kes hatin binçavkirin ku di nava wan parêzerek û 50 zarok hene.  Baroya Amedê wiha got, “Bila raya giştî bizanibe ku em pêvajoya binçavkirinan dişopînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.