NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMED Û RIHA’YÊ LÎSANSA LÊGERÎNA PETROLÊ 2 SAL HAT DIRÊJKIRIN

Li Amed û Rihayê lîsansa lêgerîna petrolê ya ku berdewam dike û yên nû lê zêde dibin, 2 salên din hat dirêjkirin.

LI AMED Û RIHA’YÊ LÎSANSA LÊGERÎNA PETROLÊ 2 SAL HAT DIRÊJKIRIN

Biryara derbarê 2 sal dirêjkirina lîsansa lêgerîna neftê ya Pardarîya Gelêrî Petrola Tirkîyeyê (TPAO) li Amed û Rihayê, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gor biryara ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin, "tê ragihandin ku dema lîsansa lêgerîna petrolê ya bi jimareya AR/TPO K/M42-a1, a2 a3 ya ku Midûrîyeta Giştî ya TPAOyê di nav bajarên Amed û Rihayê de digere, li ser bingeha keşfa petrolê ya ku li qada lîsansê hat dîtin, ji 30 Kanûna 2023an pê ve wê 2 sal bê dirêjkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.