NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ SERGÎNAN DIKIN ZIBIL Û DIDIN COTKARAN

Hat dîyarkirin ku sergînên ên di nav sînorên Şaredarîya Yenîşehîrê de tên komkirin, dikin zibil û wek piştgirî didin cotkaran.

LI AMEDÊ SERGÎNAN DIKIN ZIBIL Û DIDIN COTKARAN

Hat dîyarkirin ku sergînên ên di nav sînorên Şaredarîya Yenîşehîrê de tên komkirin, dikin zibil û wek piştgirî didin cotkaran.

Derbarê xebatên ku ji alîyê Midûrîyeta Xizmetên Gund û Karûbarên Paqijîyê ya Şaredarîya Yenîşehîra Amedê ve tên kirin de daxuyanîya ku hat dayîn û wiha hat gotin: "Li gundên ên girêdayê Midûrîyeta me sergînên ên ku tesîreke neyînî li tenduristîya mirov û hawîrdorê dike tên rakirin û diavêjin zevîyên cotkarên me.

Ev rewş wekê pirsgirêkek ku bandorek neyînî li tenduristîya mirovA û hawîrdorê dike derdikeve pêş. Ji ber vê yekê, tevgerek lezgîn hewce bû ku ji bo pêvajoyek rast û avêtina sergînan teqez were kirin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan Qeymeqam û Qeyûmê Şaredarîya Yenîşehîrê Murat Beşîkçî ku girîngîyê dide paqijkirina jîngehê û parastina xwezayê, destnîşan kir ku divê sergînan ji cîhên niştecîhbûnê yên li gundên me bên girtin û di bin şert û mercên guncaw wek zibil li zevîyên cotkaran bên avêtin.

Çopên ku ji alîyê ekîbên şaredarîya me ve tên komkirin weke zibil dişînin zevîyên cotkarên me. Ev xebatên ku şaredarîya me ji bo pêşî li van pirsgirêkan bigire, hem ji bo parastina jîngehê û hem jî ji bo tenduristîya gel xwedî girîngîyeke mezin e."

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.