NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ VÊ HEFTEYÊ JÎ WÊ GERMAHÎYA BASRAYÊ WÊ BI BANDOR BE

Li Amedê germahîya hewayê her ku diçe zêde dibe. Pispor dûbare caran hişyar dike ku di demên herî germ ên rojê de dernekevin derve.

LI AMEDÊ VÊ HEFTEYÊ JÎ WÊ GERMAHÎYA BASRAYÊ WÊ BI BANDOR BE

Li Amedê germahîya hewayê her ku diçe zêde dibe. Pispor dûbare caran hişyar dike ku di demên herî germ ên rojê de dernekevin derve.

Li gor daneyên Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojîyê, germahîya hewayê ya ku hefteya borî di asta asayî ya demsalî de bû, tê texmînkirin ku vê hefteyê ji ber germa Basrayê wê bi qasê 10 pile zêde bibe. Germa Basrayê wê li Amedê û herêmê bi bandor be.

Li gor daneyên meteorolojîyê, tê texmînkirin ku germahîya hewayê îro li Amedê 45 pile be. Ji bo nexweş, kal û pîr û zarokan jî hişyarî hat dayîn ku di navbera demjimêr 11 û 16an de ku demên herî germ ên rojê ne hişyarî û baldar bin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.