NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ WÊ FÛARA ZÊR Û MUCEWHER WERE LI DAR XISTIN

Fuara Zêrfiroşan a Mezopotamyayê li Amedê cara heftemîn e derîyên xwe vedike.

LI AMEDÊ WÊ FÛARA ZÊR Û MUCEWHER WERE LI DAR XISTIN

Fuara Zêrfiroşan a Mezopotamyayê li Amedê cara heftemîn e derîyên xwe vedike.

Fuara ku ji alîyê Start Fuarcılık ve tê organîzekirin, wê di navbera 02-05 Mijdarê ya 2023an de, li qada fuarê ya Amedê bê lidarxistin.

Pêşangeha modayê ya ku wê li ser Pira Dîrokî ya Dehderî bi modelên navdar bê lidarxistin, tê payîn ku di çapemenîya neteweyî û navneteweyî de jî cihekî girîng bigire.

Civîna danasîna "Fuara Mezopotamya ya Zêrfiroşî û Maşîneyên Zêrfiroşîyê" li Stenbolê hat lidarxistin. Serokê Odeya Zêrfiroşên Amedê Mehmet Yuksel, derbarê Fûara Zêrfiroşan a Mezopotamyayê de daxuyanîyeke hevpar da û wiha got, "Em bawer dikin ku pêşandana modayê ya ku em ê li ser Pira Bi Dehderî li dar bixin, wê ji alîyê firoşyar û komîteyên kirînê yên ku ji çar alîyê din ve hatine vexwendin, tevkarîyên girîng bidin fûara me.

Bi vê awayê em armanc dikin ku ji bo sektor, herêm û welatê xwe tevkarîyên cidî bikin. Em hemû endamên sektorê vedixwînin Fûara xwe ya li Amedê ku di navbera 02-05 Mijdarê ya 2023an wê were lidarxistin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.