NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BAZARA NÛ YA ZEBZEYÊ YA AMEDÊ 148 KARGEH HATIN GIRTIN

Li Bazara Nû ya Zebzeyê ya Amedê, ji ber zêdebûna bihayê û lêçûnan, esnafan neçar man ku kargehên xwe bigirin.

LI BAZARA NÛ YA ZEBZEYÊ YA AMEDÊ 148 KARGEH HATIN GIRTIN

Li Bazara Nû ya Zebzeyê ya Amedê, ji ber zêdebûna bihayê û lêçûnan, esnafan neçar man ku kargehên xwe bigirin.

Li Bazara Nû ya Zebzeyê ya Amedê, ji 218 dikanan tenê 70 dikan vekirî man. Serokê Odeya Zebze û Fêkfiroşên Amedê Firat Taş, di derbarê kargehên girtî de agahî da. Taş, dîyarkir ku bazara zebzeyan ji 4 blokan û bi tevahî ji 218 dikanan pêk tê û ragihand ku niha tenê 70 kargeh vekirîne. Taş her wiha dîyarkir ku şert û mercên esnafên ku kargehên wan vekirî ne jî xerab in û wiha got; “Dikandarên bazara zebzeyan niha wêran bûne. Ev bandorên şer ê li ser me ne. Şer bandoreke mezin li Tirkîyeyê kir. Niha em nikarin pêdivîyên xwe yên bingehîn jî bi cih bînin. Kesên ku şert û mercên wan ne baş in tên vir û zebzeyên xerabûyî dikirin. Li Tirkîyeyê xizanî gelekî zêde bûye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.