NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DÎLOKÊ DI DAWETEKÊ DE ERÎŞA BI ÇEK: 1 MIRÎ, 4 BIRÎNDAR

Li Dîlokê di daweteke kuçê de ji alîyê xizmên hevjînê berê yê bûkê ve êrîşa çekdarî hat kirin

LI DÎLOKÊ DI DAWETEKÊ DE ERÎŞA BI ÇEK: 1 MIRÎ, 4 BIRÎNDAR

Bûyer duh derdora seat 22:30an de li Taxa Aydintepe ya navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê pêk hat.

Di encama gulebarana li qada dawetê de 5 kes birîndar bûn. 5 kesên di êrîşa çekdarî de birîndar bûbûn bi siwareyên taybet ên welatîyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamîlê. 

Bavê 3 zarokan Mûrat Kara (32) ku birîndar bûbû, li nexweşxaneyê tevê hemû midaxaleyan jîyana xwe ji dest da. 

Li nexweşxaneya ku birîndar lê dihatin dermankirin ji alîyê ekîbên polêsan ve tedbîrên berfireh ên ewlehîyê hatin girtin.

Ji bo girtina gumanbarên ku piştê êrîşa çekdarî revîyan ji alîyê ekîbên polêsan ve xebateke berfireh hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.