NÛÇEYÊN KURDÎ

LI RIHAYÊ DI NAVBERA XAL Û XWARZÊ DE PEVÇÛNA DEYNÊ! 2 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Rihayê di şerê ku ji ber pirsgirêka deynê derket de, yek jê giran 2 bira birîndar bûn.

LI RIHAYÊ DI NAVBERA XAL Û XWARZÊ DE PEVÇÛNA DEYNÊ! 2 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Rihayê di şerê ku ji ber pirsgirêka deynê derket de, yek jê giran 2 bira birîndar bûn. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, bûyer bi şev li ser rêya Mizarê ya navçeya Pirsûsa Rihayê pêk hat. Hat îdîakirin ku di navbera xal û xwarzîyên wî de, ji ber pirsgirêka deynê şer derketiye. Hat dîyarkirin ku di şerê ku çek jî hatine bikaranîn de, du birayên Kadîr U. û Mehmet U. ji alîyê xwarzîyên xwe ve birîndar bûne. Hat hînbûn ku rewşa Kadîr U.yê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê giran e. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.