NÛÇEYÊN KURDÎ

LI FARQÎNÊ KEÇA CIWAN KU GÊRÊ GOLÊ BÛ JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Farqînê jinek li gorê îdîayan hevsengîya xwe winda kir û ket golê, jîyana xwe ji dest da.

LI FARQÎNÊ KEÇA CIWAN KU GÊRÊ GOLÊ BÛ JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Farqînê jinek li gorê îdîayan hevsengîya xwe winda kir û ket golê, jîyana xwe ji dest da.

 

Di bûyera ku li mezra Xoşa ya gundê Pîrî ya Farqîna Amedê pêk hat de Amîne Sevînç a 26 salî heta danê êvarê ji zîyareta xwe ya goristanê venegerîya û ji ber wê jî malbata wê dest bi lêgerîna Sevînç kir.

 

Xizmên Sevînç ên ku dîyar kirin li gor şopa wê famkirine ku ber bi golê ve çûye, di lêgerîna ku wan kir de cenazeyê keça ciwan dîtin. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê sewqê cîhê bûyerê hatin kirin û cenazeyê Amîne Sevînç ji bo otopsîyê birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Êlihê. Lêpirsîna dozê berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.