NÛÇEYÊN KURDÎ

LI FRANSAYÊ CIWANÊ KU LI STRANÊN KURDÎ GUHDAR DIKIR ÊRÎŞ HAT KIRIN!

Li bajarê Lîlle yê Fransayê ciwanekî Kurd ku di berberxaneyekê de dixebitî, ji ber ku li stranên Kurdî guhdarî kirîye rastê êrîşa çekdarî hat.

Li gor agahîyên hatine bidestxistin Zikrî Elî Avşîn ê 27 salî ku hat hînbûn ji Hewlêra Herêma Kurdistana Federe ye, bi hinceta ku dema li berberîyê dixebitî li stranên kurdî guhdarî dike kesê ku navê wî Ramazan bû ketîye dikana berberîyê û dengê mûzîkê qut kirîye û gef li wî xwarîye. Avşînê ku ji vê rewşê re bi gotina “Ez bi zimanê xwe li muzîkê guhdarî dikim” bertek nîşan da ye û piştê vê bertekê kesê navê wî Remezan bû bi meqesa berberîyê êrîş li ciwanê Kurd kirî ye. Êrîşker ji alîyê polîsên Fransî ve hat binçavkirin û Avşîn ê ku ji 3 cihên laşê xwe birîndar bûbû jî rakirin nexweşxaneyê û hat ragihandin ku wê bê emelyat kirin. Piştê ku Kurdên li Fransayê dijîn bi bûyerê hesîyan, hatin li ber avahîya nexweşxaneyê û bertek nîşandan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.