NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GOR DANEYÊN SAYIŞTAYÊ HEMÛ MAL Û MILKÊN ŞAREDARÎYA BAJARÊ MEZIN A AMEDÊ DI BIN HACIZÊ DE YE

Li gorê rapora Sayiştayê, derket holê ku haciz li ser hemû mal û milkên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê heye.

LI GOR DANEYÊN SAYIŞTAYÊ HEMÛ MAL Û MILKÊN ŞAREDARÎYA BAJARÊ MEZIN A AMEDÊ DI BIN HACIZÊ DE YE

Li gorê rapora Sayiştayê, derket holê ku haciz li ser hemû mal û milkên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê heye. Serokatîya Sayiştayê raporên kontrolê yên îdareyên şaredarî û rêveberîyên girêdayê şaredarêyan ên sala 2021’ê eşkere kir. Li gorê nûçeya Independent a Tirkî yê, hat îdîakirin ku di kontrola mufetîşên Sayiştayê de derketîye rastê ku hemû mal û milkên neguhêz ên ku yekîneya sereke ya xizmetê ya şaredarîyê jî di nav de ye, hatine haciz kirin. Di raporê de hat dîyarkirin ku li ser malzemeyên ku di xizmeta gel de tên bikaranîn hacizkirina wan derqanûnî ye û hat destnîşankirin ku divê ji bo rakirina hacîzê xebatên pêwîst bên kirin. Her wiha di raporê de hat dîyarkirin ku ji bo li qadên hêşîn, navend, park û qadên daristanan bên çandin bi bihayê 23 milyon û 205 hezar lîreyê dar, kulîlk û nebat, bêyî ku têxin îhaleyê hatin kirîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.