GÜNDEM

LI GUNDÊ QERHÊTA YA ÇINARÊ 6 ROJ IN CEYRAN TUNE YE!

DEDAŞ ev nêzî hefteyekê ye ceyranê nade gundê Qerhêta ya Çinarê.

LI GUNDÊ QERHÊTA YA ÇINARÊ 6 ROJ IN CEYRAN TUNE YE!

DEDAŞ ev nêzî hefteyekê ye ceyranê nade gundê Qerhêta ya Çinarê.

Şênîyên gundê Qerhêta ya navçeya Çinarê ya Amedê, dîyar kirin ku piştê DEDAŞ'ê bi hinceta deynan stûnên ceyranê û trafo hilweşand, li gundê 140 mal û 800 şênî lê dijîn, ev 6 roj in di nava tengasîyeke mezin de ne.

Hat dîyarkirin ku li gund nexweşên bi cîhaza oksîjenê ve girêdayî hene û hin malbat gund terikandine.

Hat gotin ku li gund karên rojane yên wekî paqijî, xwarin, lênêrîna zarokan, hewcedarîya avê ya heywanan nayê kirin ku ji ber qutbûna ceyranê av jî qut bû. Gundî ji bo pêdivîyên xwe yên ava vexwarinê bi cih bînin bi traktoran avê ji gundên derdorê tînin.

Gundîyên ku serî li dozgerîyê dan û gilî kirin, bang li rayedaran kirin ku tavilê ji vê rewşê re çareserîyekê bibîn e.

Li alîyê din hat dîyarkirin ku muxtarê gund, li ser vê rewşê îstîfaya xwe pêşkêşî qeymeqamtîyê kirîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.