NÛÇEYÊN KURDÎ

LI KELEHA ZÊRZEWAN BERNAMEYA ÇAVDÊRÎYÊ HAT LIDARXISTIN

Li Keleha Zêrzewan a Amedê ya 3 hezar salî "Bernameya Çavdêrîya Asîman" hat lidarxistin.

LI KELEHA ZÊRZEWAN BERNAMEYA ÇAVDÊRÎYÊ HAT LIDARXISTIN

Li Keleha Zêrzewan a Amedê ya 3 hezar salî "Bernameya Çavdêrîya Asîman" hat lidarxistin.

Di çarçoveya projeya "Zanyarên Pêşerojê" ya ku sefaretxaneya Awûstralyayê ya li Enqereyê destek dike, şeva borî li Keleha Zêrzewanê ya dîrokî bername hat lidarxistin.

Bername bi eleqeyeke girseyî hat pêşwazîkirin. Di bernameyê de hemwelatîyan derbarê asîmanan de agahî wergirtin û bi teleskopan li gerstêrkan û stêrkan temaşe kirin.

Sefîrê Awûstralyayê ku ji Enqereyê beşdarê çalakîyê bû wiha got; “Bi hevrebûna we min kêfxweş dike. Li Amedê lidarxistina vê bernameyê cîyê kêfxweşî û şanazîyê ye. Li vê deverê hevdîtina bi zarokan re ji bo hukûmeta Awustralya serbilindîyek e. Em gelek kêfxweş in ku li vir bi zarokan re wext derbas dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.