GÜNDEM

LI MÊRDÎNÊ QEZAYA TRAFÎKÊ: 6 MIRÎ, 5 BIRÎNDAR

Li Mêrdînê serwîsa ku karkerên cemawerî û zanîngehê tê bûn, ji kontrola ajokar derket û qeza kir.

LI MÊRDÎNÊ QEZAYA TRAFÎKÊ: 6 MIRÎ, 5 BIRÎNDAR

Li Mêrdînê serwîsa ku karkerên cemawerî û zanîngehê tê bûn, ji kontrola ajokar derket û qeza kir.

Di encama qezayê de gelek kesan jîyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.Qeza, li alîyê gundê Xirbetewoya Mehsertê pêk hat. Li gor dîyarîyên ‘ewil serwîsa ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li şerempolê gêr bû. Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin. Di qezayê de li gor agahîyên ‘ewil 6 kesan jîyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.Walîyê Mêrdînê Mahmut Demirtaş di daxuyanîya xwe ya derbarê qezayê de wiha got: "Yên ku di qezayê de jîyana xwe ji dest dane memûrên cemawerîyê ne. Ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Mêrdînê ve ji bo lêkolînkirina bûyerê 2 dozger hatin wezîfedarkirin. Her wiha wezîrê Dadê Bekîr Bozdag jî, derbarê qezayê de dîyar kir ku tehqîqat hatîye dest pê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.