NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PÎRANÊ JI XWENDEKARAN RE ALÎKARÎYA CIL Û BERGÊN ZIVISTANÊ HAT KIRIN

Li navçeya Pîranê ya Amedê ji hezaran xwendekarên dibistanê re alîkarîya cil û bergên zivistanê hat kirin.

LI PÎRANÊ JI XWENDEKARAN RE ALÎKARÎYA CIL Û BERGÊN ZIVISTANÊ HAT KIRIN

Li navçeya Pîranê ya Amedê ji hezaran xwendekarên dibistanê re alîkarîya cil û bergên zivistanê hat kirin.

Li Pîranê xwendekarên feqîr ku ji alîyê mamosteyan ve hatine tespît kirin ku feqîr û hewcedar in, qocik, solê zivistanê, gore û qazax wek alîkarî hat belav kirin. Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Pîranê Mistafa Sabîr, derbarê alîkarîyan da daxuyanî da û wiha got, "Di van rojên ku hewaya sar dest pê kirîye de me bi hevkarîya qeymeqamtî û şaredarîya navçeyê ji bo 3 hezar û 500 xwendekarên dibistanên seretayî û navîn ên hewcedar ku ji alîyê mamosteyên me ve hatine tesbîtkirin, alîkarîya cilûbergan dikin. Di van rojên sar û seqem de ji bo rûyê xwendekarên me kêfxweş bibin ji kesên xêrxwaz re ku bûn wesîle em spasîya wan dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.