NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PASÛRÊ DI PÊŞBAZÎYEKÎ DE ÎDÎAYA TUNDÎYA POLÎSÊ

Hat îdîakirin ku di pêşbazîyekî ku li Pasûrê hat lidarxistin de listikvanekî li hember lîstikvanên din tundî bi kar anîye.

LI PASÛRÊ DI PÊŞBAZÎYEKÎ DE ÎDÎAYA TUNDÎYA POLÎSÊ

Hat îdîakirin ku di pêşbazîyekî ku li Pasûrê hat lidarxistin de lîstikvanekî li hember listîkvanên din tundî bi kar anîye. Li gor agahîyên ku ketine xeta nûçeya me ya Amed Radyo Tv’yê; Hat îdîakirin ku li Navçeya Pasûrê ya Amedê, di pêşbazîyekê de ku qeyûm û gelek kes jî beşdar bûne, di dema lîstika topê de lîstikvanê ku hat îdîakirin polîs e, gotinên nexweş û tundî li hinek kesan dike. Hat dîyarkirin ku li ser vê bûyerê hinek kes jî êrîşê lîstikvanê dikin. Piştê pêşbazîyê ekîbên polîsan ku hat îdîakirin hevalên lîstikvanê ne, tên û wan kesan binçav dikin. Li gor zanyarîyan, kesên ku rastê êrîşa polîsan hatin, îro tên darizandin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.