NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SÛRÊ AVAHÎYA KU DIHAT RESTORE KIRIN HEDIMÎ, 2 KES BIRÎNDAR BÛN

Li navçeya Sûr’a dîrokî ya Amedê di dema restorekirinê de beşek ji avahîyê hedimî û karkerên di avahîyê de dixebitîn di bin kavilan de man.

Piştê ku hat ragihandin avahîyek li pişt Minareya 4 Ling a li navçeya Sûra Amedê di heyama restorekirinê de beşek jê hilweşîya û 2 kes di binê wê de man e, Tîmên AFAD, agirtef, polês û ekîbên tenduristîyê sewqê cîhê bûyerê bûn.

Di dema xebatên restorasyonê de 2 kesên ku di binê avahîya hilweşîyayî de asê mabûn, hatin rizgarkirin û rakirin nexweşxaneyê. Ekîbên polêsan derbarê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.