NÛÇEYÊN KURDÎ

“LI TIRKÎYEYÊ MEHANE 3 HEZAR ZAROK WENDA DIBIN AN JÎ TÊ REVANDIN”

Hat dîyarkirin ku li Tirkîyeyê mehane zêdetirî 3 hezar zarok yan winda dibin yan jî tên revandin.

“LI TIRKÎYEYÊ MEHANE 3 HEZAR ZAROK WENDA DIBIN AN JÎ TÊ REVANDIN”

Hat dîyarkirin ku li Tirkîyeyê mehane zêdetirî 3 hezar zarok yan winda dibin yan jî tên revandin.

Parlamenterê ÎYÎ Partîyê yê Eskîşehîrê Arslan Kabûkcûoglû di civîna çapemenîyê ya li Meclîsê de zarokên tên revandin û tên wenda kirin anî rojevê. Kabûkcûoglu bal kişand ser wê yekê ku Tirkîye di rêza gefên revandina zarokan de li cîhanê di rêza navîn a rîskê de ye û wiha got, “Li cîhanê xisara navîn ji sedî 30 ye, li Tirkîyeyê ev rêje ji sedî 15 ye. Li gor daneyên îstatîstîkek li Tirkîyeyê, di sala 2021’an de hejmara zarokên winda bûne 19 hezar û 277 e. Her meh kêm zêde 3 hezar zarok yan winda dibin yan jî tên revandin. Hinek ji zarokên revandî jîyana xwe ji dest didin.” Di berdewamîya daxuyanîya xwe de jî Kabûkcûoglû got: “Ji bo parastina zarokan avakirina sazûmaneke binesazîyê di berpirsyarî ya dewletê de ye.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.