NÛÇEYÊN KURDÎ

MALBATÊN WINDAYAN VÊ HEFTEYÊ LI KUJERÊN ATÎLLA KORKMAZ PIRSÎN

Malbatên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 723’yemîn de çalakîya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdarîya Mafê Jîyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Baglara Amedê li dar xistin.

Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê li kujerên Atilla Korkmaz ê ku di sala 1996’an de li Amedê hatibû windakirin pirsîn. Endamê Lijneya Rêveberîya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Parêzer Ercan Yilmaz di çalakîyê de axivî û got, "Em bi salane bi taybetî di salên 90'î de ji bo sûcên ku ji alîyê rayedarên cemawerîyê ve hatine kirin, sûcdarên wan û gilîyên wan çareser bikin bi xizmên windayan re lêgerîna edaletê didomînin." Piştî daxuyanîyê çalakîya rûniştine hat lidarxistin û çalakîya vê hefteyê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.