NÛÇEYÊN KURDÎ

MALBATA APÊ MUSA DOZA WÎ BIRINE DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN

Doza Rojnamegerê Kurd Apê Musa ya ku ku bi hinceta "dema wê buhurî" hatibû betalkirin, ji alîyê malbata wî ve ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hat sewqkirin.

MALBATA APÊ MUSA DOZA WÎ BIRINE DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN

 

Doza Rojnamegerê Kurd Apê Musa ya ku ku bi hinceta "dema wê buhurî" hatibû betalkirin, ji alîyê malbata wî ve ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hat sewqkirin. Doza derbarê rojnamegerê Kurd Musa Anter ku di sala 1992’an de li Amedê di encama êrîşa çekdarî de jîyana xwe ji dest dabû, ji alîyê dadgehê ve hatibû redkirin. Malbata Anter û parêzerên wan dîyar kirin ku piştê biryara heyeta dadgehê ew ê serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Enqereyê bidin û piştê biryara bi hincet, wê îtîrazên xwe yên li ser esasê ragihînin. Li gel ku 3 hefte di ser serlêdana Îstinafê re derbas bûn jî biryara bi hincet nehat eşkerekirin û di doza kuştina Anter de biryara "dema wê buhurî" di 19'ê Cotmehê de sevqê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat kirin. Kurê Apê Musa, Dîcle Anter li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan doza Musa Anter birine Dadgeha Destûra Bingehîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.