GÜNDEM

“ME DI HEMÛ DIBISTANAN DE YEK AN JÎ ZÊDETIR PARÊZER WEZÎFEDAR KIR”

26 partîyên sîyasî ji bo hilbijartinên Parlamenterîyê û Serokkomarîyê yên di 14’ê Gulanê de pêk werin lîsteyên namzetên xwe pêşkeşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kirin.

Partîyên sîyasî ji niha ve têkildarî ewlehîya hilbijartinê ketin nava liv û tevgerê. Namzeta parlamenterîyê ya rêza duyemîn a Partîya Çepên Kesk a Kocaelîyê Parêzer Arzû Eylem Kayaoglû bal kişand ser girîngîya ewlehîya sindoqan.

Kayaoglû, bi bîr xist ku di hilbijartinên berîya niha de hatin kirin pisûlayên dengan piştî hilbijartinê di “çopan” de hatin dîtin û weke Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê hewl didin di van hilbijartinan de roleke aktîf bigirin û wê mudaxileya pirsgirêkan bikin. Kayaoglû, da zanîn ku wê di hilbijartinan de bi HDP/Partîya Çepên Kesk û OHD bi hev re bixebitin û wih got, “Heta niha xebateke ku di hemû dibistanan de yek an jî zêdetir parêzeran peywîrdar bikin heye. Di serî de Stenbol li hemû bajaran zêdetirî xebatên xwe temam kirin. Li bajarên din jî bi heman awayî xebatên me berdewam dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.