NÛÇEYÊN KURDÎ

NAHÎT EREN: NE HEWCE YE KU HÛN EWQAS XIRAB BIN

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, girtina Parlamentera berê ya HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya rexne kir û got, " Ne hewce ye ku hûn ewqas xirab bin

NAHÎT EREN: NE HEWCE YE KU HÛN EWQAS XIRAB BIN

Di lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê ya derbarê protestoyên di 6-8ê Cotmeha 2015an da hat kirin de Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya bi hinceta "biryara girtinê" li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.

Kaya piştê îfadeya wê birin edlîyeyê û hat girtin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanê girtina Hûda Kaya da. Eren wêneyê Kaya yê piştê li siwareya polêsan hatîye kişandin parve kir û wiha got; "Ev wêne, wêneya niha ya dadwerî, sîyaset û bi taybetî nêrîna pirsgirêkên civakî ye.

Ne hewce ye ku hûn ewqas xirab bin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.