NÛÇEYÊN KURDÎ

NAMZETÊ FERMÎ YÊ ŞAREDARÎYA AMEDÊ YÊ DEM PARTÎ SERRA BUCAK BÛ

DEM Partî ji bo Hevserokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê navê Serra Bucak ji YSK’ê re ragihand.

NAMZETÊ FERMÎ YÊ ŞAREDARÎYA AMEDÊ YÊ DEM PARTÎ SERRA BUCAK BÛ

DEM Partî ji bo Hevserokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê navê Serra Bucak ji YSK’ê re ragihand.

 

Di pêşhilbijartina ya ku di meha Çileyê de ji bo Hevserokatîya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji alîyê DEM Partîyê ve hat kirin de Dogan Hatun û Serra Bucak wek namzetên hevşaredar hatin dîyarkirin.

 

Lê ji ber ku sîstema hevserokatîyê bi awayekî fermî nehat qebûlkirin, DEM Partî bi rêya namzetekî serlêdana xwe ya fermî kir. Li gorê agahiyên Amîda Haberê, namzeta fermî ya DEM Partîyê ji bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê wê Serra Bucak be. Dogan Hatun wê weke endamê meclîsê bê hilbijartin û bibe hevserok. Ji alîyê din ve hat hînbûn ku DEM Partî lîsteyên namzetên xwe radestê YSK’ê kirine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.