NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎNCE LI AMEDÊ: PÊNASEKIRINA DENGDÊRÊN KURD QEBÛL NAKIM

Serokê Giştî yê Partîya Memleket Muharrem Înce di çarçoveya xebatên partiya xwe de hat Amedê.

ÎNCE LI AMEDÊ: PÊNASEKIRINA DENGDÊRÊN KURD QEBÛL NAKIM

Serokê Giştî yê Partîya Memleket Muharrem Înce di çarçoveya xebatên partiya xwe de hat Amedê.

Înce yê ku li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat, bi Rojnamegeran re hat cem hev, li vir daxuyanî da. Her wekê tê di Hezîrana 2021ê de li ser daxwaza perwerdehiya bi kurdî de, ku gotibû “Eger ji bo pedagojiyê guncav e, zanibin ku ji bo dewleta unîter jî guncav e. Lê ji bo pedagojiyê ne guncav e.” Înce di daxuyaniya xwe ya li Amedê de diyar kir ku ew dengdêran wek Kurd-Tirk pênase nake û wiha got: “Li gorî min pênaseyeke wiha tune. Ez nikarim hilbijêran wisa parçe bikim." Înce, derbarê maseya şeşalî de jî wiha got, “Di demokrasîyê de sicîla wan xerab e, ew nikarin dersa demokrasîyê bidin me.” Derbarê dosyaya doza Tahir de jî Înce wiha got, "Dozek heye ku 7 sal in çareser nebûye, dadgehkirina wê bo 8 mehan hatiye taloqkirin, tiştekî wiha nayê qebûlkirin." Înce destnîşan kir ku ew li dijî tayînkirina qeyûman e û wiha got: “Hilbijêr çûne tercîha xwe kirine. Belê qeyûm tayin bike, lê belê  ji meclîsa bajêr hilbijartinekê pêkbîne û hilbijêre. Ger hûn vê nekin, hûn ne demokrat in."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.