NÛÇEYÊN KURDÎ

PÊŞNÛMAYA LÊKOLÎNÊ YA CINAYETA ELÇÎ BI DENGÊN AKP Û MHPÊ HAT REDKIRIN

Pêşnûmeya lêkolînê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku pêşkêşê Meclîsê kiribû, bi dengên AKP û MHP’ê hat redkirin.

PÊŞNÛMAYA LÊKOLÎNÊ YA CINAYETA ELÇÎ BI DENGÊN AKP Û MHPÊ HAT REDKIRIN

Pêşnûmeya lêkolînê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku pêşkêşê Meclîsê kiribû, bi dengên AKP û MHP’ê hat redkirin.

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû li ser pêşnîyara lêkolînê ya ji aliyê HDP'ê ve hat pêşkêşkirin de wiha got, "Lêpirsîn 4 sal û nîv dewam kir, delîl nehatin berhevkirin, hatin reşkirin. Piştî çar sal û nîvan, dozek hate vekirin û du sal e berdewam e. Ger hûn ne hevkarê wî yê sîyasî bin, hûn ê ji wî Serokî hesab bipirsin; Hûn ê bibêjin “Were deftera xwe bîne, em bibînin.” “Birayo, te kîjan mehkeme 8 mehan taloq kir, kîjan mehkeme?” û Hûnê bipirsin “Çima te ev dosya ji Tiba Edlî daxwaz nekir?” Ger hûn nepirsin di heman demê de hûn jî mesûl û berpirsyarin. Ji ber vê yekê, binêrin, ez careke din dibêjim; Ger hûn ne berpirsiyarê siyasî bin, ew dozgerî, Alîkarê Serdozgerê Komarê yê Bakirkoyê nikare tiştekî wiha binivîse, nikare bêje "Navnîşana Serokê Baroyê nayê zanîn". Careke din ez li ber bîranîna hevalê xwe yê hêja, bi rêz serê xwe ditewînim û soz didim ku em ê hem ji berpirsên siyasî û hem jî, ji yên dadwerî hesab bipirsin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.