GÜNDEM

LI MÊRDÎN ÊRÎŞA ÇEKDARÎ: 4 MIRÎ, 1 BIRÎNDAR

Hat ragihandin ku li Mêrdînê di encama êrîşa çekdarî ya li siwareyekê hat kirin de gelek kes hatine kuştin û birîndar kirin

LI MÊRDÎN ÊRÎŞA ÇEKDARÎ: 4 MIRÎ, 1 BIRÎNDAR

Hat ragihandin ku li Mêrdînê di encama êrîşa çekdarî ya li siwareyekê hat kirin de gelek kes hatine kuştin û birîndar kirin.

2 malbatên ku ji herêma Kurdistana Federe ji bo nexweşxaneyê hatibûn Amedê û her wiha dixwestin zarokên xwe yên li Çewlîgê xwendevan in zîyaret bikin, li ser rêya Artûklû-Nisêbînê li mewkîya taxa Yenîkoyê ji alîyê kesên nasnameya wan hêj ne dîyar ve gule li siwareya wan hat reşandin. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî û polês sewqê cîyê bûyerê bûn. Di encama êrîşê de Hindreen Abdullah Salih (39), Wehîde Heyder Jasim (63) û Abdullah Salih Mistafa (69) ên di wesayîtê de bûn li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest dan. Çîman Şahîn Xalid (75) û Ehmed Celaledîn Îbrahîm (45) bi giranî birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê. Çîman Şahîn Xalid digel hemû mudaxeleyan li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da. Ji bo girtina êrîşkaran xebat didomin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.