NÛÇEYÊN KURDÎ

PAK Û TDK-TEVGER BI NAVÊ PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ BÛN YEK

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Civaka Demokratîk (TDK-TEVGER) li hev kirin. Rayedarên PAK û TDK-TEVGERê bi daxuyanîyeke çapemenîyê ku li Cemîyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat a Amedê hat lidarxistin, ragihandin ku Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ava kirine.

Mustafa Özçelikê ku wek Serokê Giştî yê Partîya Nû hat hilbijartin, dîyar kir ku di destpêka Gulana 2022an de ji bo ku bingeha yekîtîya sîyasî û rêxistinî bê avakirin hevdîtin hatine destpêkirin û bi bîr xist ku di encama vê xebatê de PAK û TDK-TEVGER  biryara yekbûnê da.

Ozçelîk got, “Em weke PAK û TDK-TEVGER, bi kongreya yekîtîyê ya ku me li Amedê bi coş û heyecaneke mezin li dar xist, mizgînîyê didin gelê Kurd û gelê Kurdistanê ku me Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ava kirîye.  Îro 43emîn salvegera derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980ê ye. Em wek damezrînerên Partîya Niştimanîya Kurdistanê vê darbeya nemirovane, leşkerî-faşîst şermezar dikin.

Damezrandina Partîya Niştîmanîya Kurdistanê di heman demê de tê wateya berdewamîya berxwedan û têkoşînê ya li dijî zilma darbeya leşkerî-faşîst a 12’ê Îlonê. Me do li hemberê zilm û zordarîyê serî netewandîye, îro jî em serî natewîn in. Partîya Niştimanîya Kurdistanê, li gor şert û mercên neteweyî, herêmî û navneteweyî, dibe ku awayên çareserîyên navbeynkar derkevin holê, em dixwazin dîyar bikin ku em van çareserîyên navbeynkar red nakin, û em wan wek gavên ku rê li ber çareserîyê vedikin dibînin."  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.