NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞANDEYA ODEYA ZÊRFIROŞÊN AMEDÊ JI BO HIN TÊKILÎ Û SERDANAN LI KURDISTANÊ YE

AMED RADYO TV - Şandeya Odeya Zêrfiroşên Amedê, li Herêma Kurdistana Federe serdana zêrfiroşan kir û esnafên herêmê vexwendin “Fûara Zêrfiroşîyê ya Mezopotamyayê” ya ku wê di hefteya ewil a meha Gulanê de bê lidarxistin.

Serokê Odeya Zêrfiroşên Amedê Mehmet Yuksel, li gel heyetekê ji bo daxwaza piştgirîya 'Fuara Zêrfiroşîyê ya Mezopotamyayê' ku wê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Amedê bê lidarxistini çûn Herêma Kurdistana Federe. Di vê navberê de Derhênerê Weşana Giştî yê Amed Radyo TV  Ferat Mehmetoglu jî, ji bo piştgirîyê tevlê heyetê bû.

Berdevkê Odeya Zêrfiroşên Hewlêrê Hindirîn Wartî, heyeta Amedê pêşwazî kir û piştê serdana esnafên bajêr, di xwarina fitarîyê de li Walîyê Hewlêrê bûn mêvan. Walî Xoşnav, piştê fitarîyê Qur’an a pîroz dîyarî Yuksel kir.

Yuksel, ji ber mazûbanîyê spasîya Xoşnav kir û wiha got, "Têkilîyên bi vê rengê di her warê de biratîya me û bazirganîya navbera xweş û geş dike.”

Heyeta Amedê wê sibê bi walîyê Silêmanîyê re hevdîtinekê pêkbîn e û dû re wê li Duhokê çend pêwendîyan pêk bîne û esnafên herêmê vexwînin “Fûara Zêrfiroşîyê ya Mezopotamyayê” ya ku wê di hefteya ewil a meha Gulanê de bê lidarxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.