GÜNDEM

PISPORAN LI DIJÎ GERMAHÎYA HEWAYÊ HIŞYARÎYÊN XWE DÛBARE KIRIN

Hat dîyarkirin ku li Amedê gelek zarok, ji ber germa zêde, bêhêzbûn û lêdana tava rojê rakirine nexweşaneyan û di beşa lênerîna giran de tên tedawî kirin.

Pisporan hişyarî dan ku ji ber germahîya hewayê ya li Amedê di ser 40 pileyê re ye zarok, pitik û extyar jî bedena wan bê av dimîne û ziwa dibin. Bi taybetî jî divê li zarokan pir baldar bin.

Pisporê Nexweşîyên zarokan ê Nexweşxaneya Zarokan a Amedê Dr. Mûrat Boztaş, dîyar kir ku divê di navbera demjimêr 10.00-15.00’an de zarok li derve negerin û wiha got, “Di hewaya germ de xwîdan zêde dibe û li gorî vê jî hewcedarîya bi av û vexwarinên avê zêde dibe.

Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku av û vexwarinên rojane her roj zêde bibe. Vexwarinên wek ava lîmonê ya li malê hatîye çêkirin û ava fêkîyên sade divê bê guman werin vexwarin. Di van rojên germa zêde de divê li xwarin û vexwarinên zarokan miqatebin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.