NÛÇEYÊN KURDÎ

PIŞTÊ ÇEND ROJAN CEYRANA TAXA PALÛKE HATE VEKIRIN

Li Taxa Palûke ya ku bi rojan e bê ceyran e û rewşa aloz lê tê jîyîn, ceyrana taxê hat vekirin.

PIŞTÊ ÇEND ROJAN CEYRANA TAXA PALÛKE HATE VEKIRIN

Li Taxa Palûke ya ku bi rojan e bê ceyran e û rewşa aloz lê tê jîyîn, ceyrana taxê hat vekirin. Li Taxa Palûke ya Navçeya Yenîşehîra Amedê ji ber ku şênîyên taxê li hember sayacên ceyranê ku li ser stûnan tên danîn, ceyrana 230 xanîyên taxê ji alîyê DEDAŞ'ê ve hatibû qutkirin. Ceyrana ku şeva 12'ê Mijdarê ji alîyê DEDAŞ'ê ve hatibû qutkirin, ber bi sibeya 18'ê Mijdarê ve ji nû ve vebû. Şênîyên taxê ku bi rojan bê ceyran man, mexdûrîyeke mezin dîtin. Ji şênîyên taxê Abdullah Demîrcan di daxuyanîya xwe de wiha got; “Em bi rayedarên DEDAŞ’ê re axivîn. Wan got ku birina sayacên ceyranê li ser stûnan karekî giştî ye û li gorê qanûnê ye. Wan got ku ew ê rehetîya pêwîst ji me re peyda bikin da ku em tabloya rêjeya ceyrana ku di sayacan de tê xerckirin bibînin. Her wiha biryar dan ku ji şênîyên taxê heqê abonetîyê wê negirin. Me ev şert qebûl kir û ceyrana me hat vekirin. Niha pirsgirêka ceyranê ya taxê hatîye çareserkirin.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.