NÛÇEYÊN KURDÎ

PIŞTÊ GOTINÊN AHMET ŞIK ÊN JI BO HDPÊ OZSOY JI TÎPÊ ÎSTÎFA KIR

Piştê gotinên Wekîlê TÎP'ê Ahmet Şik ên derbarê HDP'ê de, namzetê parlamenterîyê yê Partîya Karkerên Tirkîyeyê yê Stenbolê Mert Şahîn Ozsoy ji endametî û namzetîya partîya xwe îstifa kir.

Ozsoy di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got: “Berê her tiştê ez Ahmet Şik ji ber van gotinên kirêt şermezar dikim û efû nakim. Ez wek welatîyekî Behra Reş li ser navê hemû gelê Tirkîyeyê lêborîna xwe ji rêhevalên xwe yên Kurd dixwazim. Ez di wê bawerîyê de me ku divê têkoşîna me ya azadîyê tenê bi biratî bê kirin û ez nafikirim ku ti çareyek din hebe. Ji ber vê sedemê ez xwe ji namzedîya Partîya Karkerên Tirkîyê ya parlamenterîyê û endamtîya partîyê vedikişînim û îstîfa dikim. Em ê bi ser bikevin. Bijî Biratîya Gelan.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.