NÛÇEYÊN KURDÎ

PIŞTÊ MIRINA JÎNA EMÎNÎ LI ÎRANÊ BANGA GREVA GIŞTÎ

Li Îranê aktîvîstên sîvîl û sîyasî ji bo Jîna Emînî ku hate kuştin ji gele Îranê banga greva giştî kirin.

PIŞTÊ MIRINA JÎNA EMÎNÎ LI ÎRANÊ BANGA GREVA GIŞTÎ

Li Îranê aktîvîstên sîvîl û sîyasî ji bo Jîna Emînî ku hate kuştin ji gele Îranê banga greva giştî kirin.

Jîna (Mahsa) Emînî ku li ser nifûsa Seqizê ya Rojhilatê ye, bi hinceta laçikê li gor rêzikan dananîye serê xwe, ji alîyê polêsên Îranê ve hatibû binçavkirin û ji ber ku lê êşkence hat kirin, di çavderîya nexweşxanê de jîyana xwe ji dest da. Mirina Jîna Emînê li Îranê bû rojev û aktîvîstên sîvîl û sîyasî ji bo mirina wê daxuyanî dan. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Kolanên bajarên Îranê ji bo jinan ewlehî nîn in. Sedema vê yekê hêzên Îrşadê ne (Hêza taybet a venêra laçikê li Îranê dike). Komara Îslamê ya Îranê li ser cenezayên bi hezaran jinên ku di encama tundî li wan hatine kirin jîyana xwe ji dest dane, ala xwe ya îktîdarê bilind dike. Divê li hemberê vê bûyerê gel bêdeng nemine. Jîna Emînî, jina pêşîn ku ji ber rêzikên rejîmê jîyana xwe ji dest daye nîn e, mixabin wê ya dawîn jî nebe.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.