NÛÇEYÊN KURDÎ

PLATFORMA JINAN A RIHAYÊ: LI DIJÎ ÎSTÎSMARÊ EM ÎSYANA XWE BILIND DIKIN

Damezrînerê Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemata Îsamîlaga Yusuf Zîya Gumuşel, keça xwe ya 6 salî H.K.G., bi mirîde xwe Kadîr Îsteklî re da zewicandin û çavê xwe ji vê îstîsmarê re girt.

Platforma Jinan a Rihayê têkildarî vê bûyerê li Qada Topçû daxuyanîyek da çapemenîyê. Jinan di daxuyanîyê de pankarta “Em ê zarokên xwe radestî tarîtîyê nekin” vekirin. Endama platformê Selma Ateş di daxuyanîyê de axivî. Platforma Jinan a Rihayê bal kişand ser sûcên zayendî yên li cemaet û weqfan li dijî zarokan tên kirin û wiha got: “Em li dijî îstîsmarkirina zarokan dengê serhildana xwe bilind dikin. Em destûr nadin ku zarokên me bibin qurbanê tarîtîyê û faîl neyên cezakirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.