NÛÇEYÊN KURDÎ

PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ: ZIMANÊ KURDÎ HILBIJÊRIN!

Platforma Zimanê Kurdî bang kir ku di nîvsala duyemîn a sala perwerdehîyê ya 2023-2024'an de di çarçoveya dersên hilbijartî de Dersa Kurdî bê tercîhkirin.

PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ: ZIMANÊ KURDÎ HILBIJÊRIN!

Platforma Zimanê Kurdî derbarê tercîhên dersa hilbijartî ku wê di Çileya 2024’an de dest pê bike, bi daxuyanîyeke nivîskî bang kir.

 

Platforma Zimanê Kurdî dîyar kir ku her çikas armanc û daxwaza wan ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê be jî hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî jî girîng e.

 

Platform di daxuyanîya xwe ya nivîskî de bal kişand ser wê yekê ku ew dixwazin Kurdî ji kreş heta zanîngehê di hemû astên perwerdeyê de bibe zimanê perwerdehîyê.

 

Platforma Zimanê Kurdî bang li dêûbavan kir ku di vê mijarê de hestîyar bin û dîyar kir ku divê li malê, li dibistanê, li kolanan, li sûkan û di her warê jîyanê de Kurdî bê axaftin. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin, "Banga me ji hemû partîyên sîyasî, rêxistinên sivîl, çapemenîya Kurd, rewşenbîr û hunermendan re ye. Divê her kes li qada xwe û li derdora xwe piştgirîyê bide dersa Kurdî. Werin em hemû di nav civakê de hişmendîya zimanê Kurdî bilind bikin. Di çarçoveya derfetên me de be jî, em fêrî Kurdî bibin. Werin em di jîyana rojane de bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî sîyasetê bikin. Werin em xwendin, nivîsandin û axaftina Kurdî zêde bikin. Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye. Bila vê rastîyê kerr bibihîzin û kor jî bibînin!”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.