NÛÇEYÊN KURDÎ

QEYÛMÊ YENÎŞEHÎRÊ TAXA DOKÛZÇELTÎKÊ DÎSA DA BER FIROTINÊ

Şaredarîya Yenîşehîra Amedê ku sala par bi îhaleyê, taxa Dokûzçeltîkê dabû ber firotinê û piştê bertekan firotin bi şûnde vekşandibû, dîsa bi heman rêbaza îhaleyê da ber firotinê.

Şaredarîya Yenîşehîrê sala par erdekî bi qasê taxekê ku li ser gelek xanî û mizgeft hene dabû ber firotinê. Piştê bertekên gel, îhaleya ku di 20'ê Îlonê de pêk hatibû, ji ber ku kes tevlê nebû, hat betalkirin.

Tevahîya qada li ber şaredarîyê ku bi qasê 50 hezar metreçargoşeya wê tê firotin, bi qasê 90 hezar metrekare ye. 50 donim ji vê qadê wê ji avahî û qadên bazirganî pêk were, yên mayî jî wê qadên civakî û wê ji qadên kesk pêk bên.

Di îhaleya ku wê 20ê Tîrmehê de li Salona Civînê ya Avahîya Xizmetê ya Şaredarîya Yenîşehîrê bê kirin de, bihayê firotina wê yê texmînkirî 90 mîlyon û 613 hezar lîre hat dîyarkirin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.