NÛÇEYÊN KURDÎ

RÊJEYA ZÊDEKIRINA MÛÇEYA MEMÛR Û TQEWÎDAN DÎYAR BÛ

Rêjeya zêdekirina mûçeya memûr û memûrên teqawîtbûyî ya ji bo salên 2024-2025an hat eşkerekirin.

RÊJEYA ZÊDEKIRINA MÛÇEYA MEMÛR Û TQEWÎDAN DÎYAR BÛ

Rêjeya zêdekirina mûçeya memûr û memûrên teqawîtbûyî ya ji bo salên 2024-2025an hat eşkerekirin.

Di muzakereyên Peymana Karên Komî a Serdema 7emîn de, Lijneya Hakemê ya Kedkarên Cemawerîyê ku bi serîlêdana konfederasyona Memûr-Senê ya desthilatdar di 26'ê Tebaxê de dest bi xebatên xwe kiribû, îro cara 5'emîn civîya.

Piştê civînê rêjeya zêdekirinê ya ku ji bo memûr û kesên teqawîtbûyî wê 2 salan derbasdar be hat dîyarkirin. Di dengdana ku ji alîyê Lijneya Hakeman ve hat kirin de, pêşnûmeya bilindkirina mûçeyan bi 5 û 6 dengên erê hat qebûlkirin.

Li gor biryara Lijneya Hakemê di şeş mehên ewil ên sala 2024an de ji sedî 15, di şeş mehên duyemîn de ji sedî 10, di şeş mehên ewil ên sala 2025an de ji sedî 6 û di şeş mehên duyemîn ên sala 2024an de ji sedî 5 zêde bûne.

Rêjeyên hatine dîyarkirin wê bandorê li ser mûçeyên teqawidîya 65 salî, teqawidîya astengdaran û mûçeyên lênerîna malê jî bike. Zêdetirî 8 mîlyon mirov wê rasterast bandor bibin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.