NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSÎG: DI MEHA MIJDARÊ DE 137 KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAYE

Meclîsa Tenduristî û Ewlehîya Kar (ÎSÎG) rapora cinayetên kar a Mijdara 2023’an eşkere kir.

ÎSÎG: DI MEHA MIJDARÊ DE 137 KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAYE

Meclîsa Tenduristî û Ewlehîya Kar (ÎSÎG) rapora cinayetên kar a Mijdara 2023’an eşkere kir.

Li gorê daneyên ÎSÎG'ê di meha Mijdarê de 137 û di yanzdeh mehên destpêkê yên salê de jî herî kêm 1772 karker jîyana xwe ji dest dane.

Di raporê de ku sedemên cînayetên kar hatin parvekirin, hat ragihandin ku ketina ji bilindahîyê ji sedî 20, perçiqandin û hilweşandin ji sedî 17, qezayên trafîkê û xizmetê jî ji sedî 17 e.

Her wiha di raporê de agahî hat dayîn ku 2 jê zarok 7 penaber jî li cîhê kar jiyana xwe ji dest dane. Di meha Mijdarê de li Amedê karkerekî jîyana xwe ji dest da ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.