NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞÊNÎYÊN DÎYAR GALERÎAYÊ KELÛPELÊN XWE TEHLÎYE KIRIN

Berteka şênîyên Dîyar Galerîa ya ku li Amedê di erdhêjên Mereşê de beşek jê hilweşîya bû, beşa mayî jî xesar dîtibû, erênî encam da.

ŞÊNÎYÊN DÎYAR GALERÎAYÊ KELÛPELÊN XWE TEHLÎYE KIRIN

Berteka şênîyên Dîyar Galerîa ya ku li Amedê di erdhêjên Mereşê de beşek jê hilweşîya bû, beşa mayî jî xesar dîtibû, erênî encam da.

Esnafên Navenda Kar ya Dîyar Galerîayê û şênîyên li avahîyên sîteya jora wê dijîn, ji bo xwe bigihînin hundur û eşyayên xwe tehlîye bikin û ji bo dengê xwe bidin bihîstin çalakî li dar xistibûn.

Hat diyarkirin ku piştê çalakiya şêniyên Dîyar Galerîayê bi erênî encam da, ji demjimêrên sibehê ve destûra tehliye û barkirin eşyayan ya bi kontrol hat dayîn. Piştê ku şênîyan eşyayên xwe bi awayekî kontrol tehliye kirin, avahîya Dîyar Galerîayê bi şirîda ewlehîyê derdora wê hat girtin. Avahî ji ketin û derketinê re girtî ye. Lê sewqiyata kelûpelên ku li ber avahiyê hatîye danîn berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.