NÛÇEYÊN KURDÎ

SERFERMANDARÊ ÎSRAÎLÊ: EM Ê TEVAHÎYA SALÊ DI ŞER DE BIN

Serfermandarê Îsraîlê Halewî: "Em ê tevahîya salê li Gazeyê şer bikin, ev li berçav e."

SERFERMANDARÊ ÎSRAÎLÊ: EM Ê TEVAHÎYA SALÊ DI ŞER DE BIN

Serfermandarê Îsraîlê Herzî Halewî got, "Em ê tevahîya salê li Gazeyê şer bikin, ev li berçav e."

 

Li gorê daxuyanîya artêşa Îsraîlê, Halewî di serdana xwe ya li Şerîa Rojava ya dagirkirî de behsa êrîşên welatê xwe yên li ser Gazeyê kir.

 

Halevî dîyar kir ku sala 2024'an wê bi dijwarî derbas bibe û wiha got, "Em ê li Gazeyê di nava şer de bin. Em ê tevahîya salê li Gazeyê şer bikin, ev li berçav e."

 

Halevî got ku artêşa ku ji vegerandina koçberên li bakurê Îsraîlê berpirsyar e, bi "zexta li ser Hîzbullahê" wê ev wezîfe bê dayîn, wekê din "wê bibe sedema şerekî din."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.