NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ NAVÇEYA BAGLARA YÊ CHPÊ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR

Serokê Navçeya Baglara yê CHPê Recep Yavûz û Sekreterê Navçeyê Alaaddîn Erîşen, dîyar kirin ku bi hinceta ku ji alîyê Serokatîya Bajêr a CHPê ya Amedê ve li dijî rêznameyê kongreya navçeyê betalkirin e, wê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Serokê Navçeyê Yavuz, di civîna çapemenîyê ya ku li avahîya CHPê ya Navçeya Baglara hat lidarxistin de axivî, dîyar kir ku kongre bi awayek derqanûnî hatîye betalkirin û wiha got: "Kongreya Asayî ya Serokatîya Navçeya Bağlara ya Partîya me CHPê, wê 27ê Îlonê roja Yekşemê bihata lidarxistin.

Lê me agahî wergirt ku Serokê Bajêr Abdullah Atik û 13 Rêveberên bajêr, bi awayekê der qanûnî biryar da ne û kongreya me  hatîye betalkirin. Sedema biryara betalkirina Kongreya Navçeya Bağlara, wek ne danîna sindoqan hat nîşandan.

Lê di lîsteyên Nûnertîya Taxa ku wek Serokatîya Navçeya Bağlara tê binavkirin de, Îmze û mora Serokê bajêr yê CHP'ê Abdullah Atik û her wiha îmzeyên endamên Lijneya Rêveberîya Navçeya Baglarê jî heye.

" Yavuz da zanîn ku ew ê 3 rojan greva birçîbûnê li dar bixin û wiha got: "Ez bi raya giştî re radigihînim ku ji bo bibim dengê maf û gazindên endamên partîya me, ez ê ji îro pê de dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan bikim. Ger ev biryara antîdemokratîk neyê sererastkirin, ez ê greva birçîbûnê veguherînim rojîya mirinê."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.