NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSRAÎL TEVAHÎYA ŞEVÊ ÊRÎŞÊ GAZEYÊ KIR! GELEK MIRIN

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên duh bi şev ên li ser herêmên curbecur ên Şerîda Gazeyê ya dorpêçkirî de gelek kes mirin û birîndar bûn.

ÎSRAÎL TEVAHÎYA ŞEVÊ ÊRÎŞÊ GAZEYÊ KIR! GELEK MIRIN

 

 

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan WAFA ya Filistînê êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Gazeyê di roja 62emîn de berdewam dik e. Di êrîşa balefirên şer ên Îsraîlê de li ser maleke Kampa Penaberan a Maghazîyê ku malbatên bê mal xwe lê bi cîh kiribûn de piranîyan wan zarok herî kêm 17 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li Kampa Penaberan a Nuseyratê di êrîşa hewayî ya li ser malekê de 4 Filistînî jîyana xwe ji dest dan. Balafirên şer ên Îsraîlê li Kampa Penaberan a Şabûra ya li başûrê bajarê Refahê êrîşeke hewayî bir ser malekê. Di êrîşê de herî kêm 6 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.