NÛÇEYÊN KURDÎ

TÎHV: SERLÊDANÊN ÎŞKENCEYÊ YA 2021'Ê GIHÎŞTIYÊ ASTA HERÎ BILIND YA 30 SALÊN DAWÎ

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV) û Navenda Tedawî û Rehabîlîtasyonê, rapora xwe ya sala 2021’ê eşkere kir.

TÎHV: SERLÊDANÊN ÎŞKENCEYÊ YA 2021'Ê GIHÎŞTIYÊ ASTA HERÎ BILIND YA 30 SALÊN DAWÎ

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV) û Navenda Tedawî û Rehabîlîtasyonê, rapora xwe ya sala 2021’ê eşkere kir.

Li gor raporê, di sala 2021'an de hejmara kesên ku ji ber îşkence û mûameleya xerab serî li TÎHV’ê dane, gihiştîye asta herî bilind a 30 salên dawî. Di raporê de hat ragihandin ku di sala 2021'an de 984 kesan bi hinceta ku li wan an jî xizmên wan rastê îşkence û mûameleya xerab hatine, serî li sazîyê dane. Hat dîyarkirin ku di sala 2021ê de 616 ji serlêdenan rastê îşkenceyê hatine û ji avabûna weqfê di salekê de herî zêde serlêdanên îşkenceyê hatine kirin. Li gor raporê, hat dîyarkirin ku 166 serlêdan li Ofîsa TÎHV’ê ya Amedê hatine kirin. Li gorê raporê, ji 10 kesên ku di dema binçavkirinê de rastê îşkenceyê hatine, 7 kes li gel û li xwepêşandanên gel hatine îşkencekirin. Hat ragihandin ku ji serlêdanên yê herî biçûk 5 salî û yê herî mezin jî 76 salî ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.