NÛÇEYÊN KURDÎ

TTB, DERBARÊ SEROKÊ HEYVASOR KINIK DE DAXWAZA VEKIRINA LÊPIRSINÊ KIR

Yekitîya Tabîbên Tirk (TTB) ji ber ku derket holê di erdhêjên 6 û 20 Sibatê de serokê Heyva Sor Dr. Kerem Kinik kon firotîye, daxwaz kir ku derheqê wî de lêpirsîn bê vekirin.

TTB, DERBARÊ SEROKÊ HEYVASOR KINIK DE DAXWAZA VEKIRINA LÊPIRSINÊ KIR

Yekitîya Tabîbên Tirk (TTB) ji ber ku derket holê di erdhêjên 6 û 20 Sibatê de serokê Heyva Sor Dr. Kerem Kinik kon firotîye, daxwaz kir ku derheqê wî de lêpirsîn bê vekirin.

SEKRETERÊ TTBÊ Prof. Dr. Vedat Bulut

Bi îmzeya Sekreterê Giştî yê Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Vedat Bulut, nameyek di 14'ê Nîsana 2023'an de ji Odeya Tabîban a Stenbolê re hat şandin û tê de wiha hat gotin, "Heyvasor di dema erdhejê de bersiv nedaye pêdivîyên welatîyan û li şûna ku pêdivîyên herî lezgîn bigihînin welatîyan, wan ew firotine rêxistinên din ên alîkarîyê. Ev mijara ku bûye mijara gelek nûçeyan, di nava civakê de bûye sedema bertekên mezin.

Piştê van nûçeyan derket holê ku avên mîneral ên Heyvasor, ji bo tenduristîya gel ne guncav e.

Di nameyê de hat dîyarkirin ku Heyvasor ne sazîyeke bazirganîyêye, bêyî armanca qezencê di çarçoveya hikmê qanûnî ya taybet de hemû xizmetên wê, bê pere ye.

TTB'ê xwest ku derbarê Serokê Heyva Sor Kerem Kinik de bi hinceta ku li gor nirxên dermanan tevnegerîyaye, di çarçoveya Rêziknameya Disîplînê ya TTB'ê, Rêziknameya Deontolojîya Tibbî û Rêgezên Etîka Pîşeyî de, divê lêpirsîn bê destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.