NÛÇEYÊN KURDÎ

WALÎTÎYA STENBOL MEŞA JI BO ZIMANÊ KURDÎ YA SÛPHÎ OZGEN ASTENG KIR!

Walîtîya Stenbolê meşa Serokê Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) Parêzer Suphî Ozgen a ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve, bi dirûşma 'Ez ji bo Kurdî dimeşim' qedexe kir.

Parêzer Suphi Özgen xwest di 100emîn salvegera Peymana Lozanê de ji bo balê bikişîne ser asîmîlasyonê û ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, dixwest ku ji Stenbolê heta Enqereyê bimeşe.

Suphî Ozgenê ku xwest li taxa Sultanahmet a Stenbolê dest bi meşê bike, ji alîyê polîsan ve hat astengkirin. Meşa ku Ozgen xwest bi tîşortê bi zimanên Kurdî, Tirkî, Îngîlîzî û Erebî nivîsa "Ji bo Kurdî" bike, berîya ku dest pê bike bi qedexeya Walîtîya Stenbolê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.