GÜNDEM

WEKÎLÊ CHPÊ TANRIKÛLÛ, LI AMEDÊ BI HEMWELATÎYAN RE CIVÎYA

Parlamenterê Amedê yê CHPê Sezgîn Tanrikûlû, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên heftane yên bi endam û hemwelatîyan re, li Serokatîya CHPê ya bajarê Amedê civînek li dar xist.

Welatîyan di civînê de ji ber bihabûna jîyanê gilîyê xwe ji Tanrikûlû re ragihandin û hin pirsgirêkên xwe yên bingehîn ên wekî nebûna ceyran, kêmbûna avê, xanîyên erdhêjê û zêdebûna kirêyan anîn ziman.

Daxwaza herî eşkere ya gelek welatîyan kar bû. Welatîyan anîn ziman ku ew dixwazin ciwanên wan ên li malê, bibin xwedî kar û xwestin ku mixalefet di vê warê de zextê li hikûmetê bikin.

Tanrikûlû daxwaz û pêşnîyarên welatîyan nirxand û piştê hevdîtinê serdana esnafan kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.