NÛÇEYÊN KURDÎ

YSK’YÊ DERBARÊ HILBIJÊRÊN DI BIN PARASTINÊ DE YE BIRYAR DA

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) derbarê kesên biryara wan a parastinê heye, biryar da ku lîsteya hilbijêran a li dora sindoqê tê daleqandin wê bên parastin.

Li ser serlêdana Weqfa Sitargeha Jinan a Mala Mor, li ser rewşa jinên ku piştê 17'ê Adarê ji ber ewlekarîya xwe neçar man ku navnîşanan biguherînin, ji Lijneyê hat pirsîn. Ger hilbijêrên ku derbarê wan de biryara parastinê heye, rewşa xwe ragihîne lijneya hilbijartinê ya navçeyê, wê di lîsteya nav û paşnavan a li ser sindoqê de, wê tenê tîpa serî ya nav û paş navên wan cîh bigre. Di lîsteyên ku wê li derdora sindoqan bên daleqandin de hemû agahîyên navnîşan, navê dayikê, navê bav, dîroka jidayikbûnê û cihê jidayikbûnê, reqemên nasnameyê û her wiha biryar da ku 5 tîpên di nîvê jimareya nasnameyê de ne jî wê bêne veşartin. Her wiha YSKyê biryar da ku hemû daneyan bi tevahî di lîsteya hilbijêran de ku ji alîyê komîteya sindoqan ve tê bikaranîn bigire û bi dayîna agahîyan li ser van hilbijêran were girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.