NÛÇEYÊN KURDÎ

ZÎRWEYA YEKÎTÎYA EREB OPERASYONÊN TIRKÎYEYÊ YÊN LI IRAQÊ ŞERMEZAR KIR

Di daxuyanîya civîna asta bilind a Yekîtîya Ereb a li Erebistana Siûdî, ku piştê 12 salan cara yekem bi beşdarîya Sûrîyeyê hat lidarxistin, operasyonên Tirkîyeyê yên li Iraqê hatin şermezarkirin.

Li gor zanyarîyên rojnameya erebî ya navneteweyî Şarkul Avsat, di pêşnûmeyê de zêdetirî 30 mijarên derbarê cîhana erebî yên wekî pirsgirêka Filistînê, kirîza Sûrîyê û rewşa Lubnanê, dosyaya Îranê, ewlehîya sîber û pirsgirêkên aborî cîh digre.

Li gor rojnameyê, di pêşnûmeya daxuyanîyê de operasyonên hêzên Tirkîyê yên li ser xaka Iraqê hatin şermezarkirin. Herwiha daxwaz ji hikûmeta Tirkîyê hat kirin ku hêzên xwe bê şert û merc ji xaka Iraqê vekişîne.

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereb Ehmed Ebû Gayt got ku biryara Sûrîyê ya vegerê bo Yekîtîyê "Mijareke xas û taybet a Ereb e" û di vê warê de "Nîyeteke wan a bi hêzên derve re şer bikin” tune ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.