NÛÇEYÊN KURDÎ

ZABITEYÊN ŞARÊDARÎYA AMEDÊ LI KARGEHÊN XUREKÊ KONTROL KIRIN

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, di meha Remezanê de li cîhên ku xurek û berhem tên çêkirin, firotin û servîskirin, kontrolên xwe zêde kir.

ZABITEYÊN ŞARÊDARÎYA AMEDÊ LI KARGEHÊN XUREKÊ KONTROL KIRIN

Midûrîyeta Zabiteyan a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, sûk, firin, xwaringeh, qesab û kargehên ku firin û şîrînayî difiroşin kontrol kirin.

 

Ekîbên zabiteyan li ser çêkirina nan, şert û mercên paqijîya giştî, rastîya giranîya li gor standardan, etîketên buha/agahî yên hilberan û dîroka qedandinê kontrol kirin.

 

Li hemberê neyînîyên ku di kontrolan de hatin tesbîtkirin tedbîrên qanûnî yên pêwîst hatin kirin. Ekîbên zabiteyan li dijî kesên ku parsekîyê dikirin jî kontrol kirin.

 

Ji bo parsekan 'Rapora Biryarnameya Cezaya Îdareyê' hat amadekirin û ji qadên ku lê bi cîh bûbûn hatin derxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.